A A A

Krzysztof Lalik

Krzysztof Lalik – teza xwe ya doktorayê li Enstîtuya Rojhilata Navîn û Dûr a Fakulteya Lekolînên Pêwendiyên Navneteweyî û Siyasî ya Zanîngeha Yagîellonskî dinivîse. Beşa Bazarî û Rêvebiriyê li Akademiya Madenî û Polayî û Çandnasiya Rojhilata Navîn û pêwendiyên etnîkî û mijarên koçberiyê li Zanîngeha Yagîellonskî qedandine. Babetên lêkolînên wî guherînên siyasî, netewî û civakî yên li Kurdistanê, bi taybetî li başûrê Kurdistanê (Îraqê) ne. Teza wî ya doktorayê bi navê Analîza pêwendiyên etnîkî di navbera kurd û suryaniyan de bi nimûneyeke ji Ankawê ya ku taxa pirçandî ya Hewlêrê (Erbil) ye .

 

Krzysztof Lalik beşdarî konferansên cur bi cur ên polonî û navmeteweyî bûye. Wekî nimûne: Second International Conference on Kurdish Studies (Uniwersytet Exeter w Wielkiej Brytanii, wrzesień 2012), „Nacjonalizm, religia i demokracja”/Nasyonalîzm, ol û demokrasî (Zanîngeha Yagîellonskî 2012), „Wolność, twórczość, zniewolenie”/Azadî, huner, binpêkirin, Uniwersytet Pedagogiczny w Krakowie, 2010), „Nacjonalizm, etniczność i wielokulturowość na Bliskim i Dalekim Wschodzie” / Nasyonalîzm, etnîsîte û pirçandî li Rojhilata Nêzîk û Dûr, (Uniwersytet Jagielloński, 2010), „Pamiętać czy zapomnieć... Miejsca pamięci we współczesnym dyskursie naukowym” / Bibîranîn yan jibîrkirin … Pirsên bibîranînê di qada nîqaşên zanistî de (Uniwersytet Jagielloński, 2010).

 

Ji bilî vê gelek caran wekî koordinatorê mîhrîcan, konferans, panel û civînên li ser kurdan ên li Krakov û bajarên din ên Polonyayê pêkhatî bûye. Wekî nimûne: Pêşangeha „Kurdystan iracki/ Kurdistana Îraqê (Krakowska Szkoła Wyższa, 2007); „Mój Kraków-My Cracow/ Krakova me (Kawiarnia Naukowa, Kraków, 2009); „Muzułmanie w Polsce. Tatarzy i Kurdowie / Misilmanên Polonyayê: Teter û Kurd. (Wojewódzka Biblioteka Publiczna w Krakowie, 2010).

  • Pirtûk û Nivîs

    Pirtûk: Kurdystan iracki u progu XXI wieku/ Kurdistana Îraqê li berderiya sedsala 21an, Księgarnia Akademicka, Kraków 2009,

  • Lêkolîn

    Neteweyên pirjimar û kêmnetewe. Pêwendiyên di navbera kurd û kêmneteweyên mesîhî de li başûr û bakurê Kurdistanê (Îraq û Tirkiya).