A A A

Konferansa kurdnasiyê

Em dixwazin we vebixwînin konferansa navneteweyî ya kurdnasiyê ya bi navê Uncovering The Past Towards the Future, Uniting Experiences and Values. Kurdistan in Western and Eastern Research Tradition (Ji Rabirdû ber bi Dahatûyê Yekkirina Ezmûn û Nirxan Kurdistan di lêkolînên cîhana Rojava û Rojhilat de) ya ku rojên 24-26.10.2016 li Collegium Maius ya Zanîngeha Yagielloński cîh bigre. Bernameya konferansê li pdfa jêr heye.

 

Konferans ji bo bibîranîna August Kościesza-Żaba (1801-1894) û Mela Mehmûd Bayezîdî (1797-1867) tê saz kirin. August Kościesza-Żaba (August Kościesza-Jaba) bi eslê xwe polonî bû, lê ji ber nebûna dewleta Polonyayê li wê serdemê bûye dîplomatê rûsî. Digel Mela Mehmûd Bayezîdîyê ku bi gotina Jaba “mamosta û alîkarê wî” bû berhemên kurdî yên kevn kom kirin û wergerandin. Bi saya vê konferansê em dixwazin kar û xebata wan ya hevbeş bi bîr bînin