A A A

Jinên dengbêj, Jinên berhevkar

Em we vedixwînin semînera bi navê Jinên dengbêj, Jinên berhevkar ya ku roja 4ê gulanê saet 2ê (UK) û 3ê (CET) pêk te. Beşdarvanên axaftina me berhevkarên folklora kurdî yên Gulê Şadkam, Bêrîvan Matyar û Evîndar Şevîn û herwiha antropolojîsta Dr Marlene Schäfers.

 

 

Join us on zoom – keremke beşdarî semînera me ya li zoomê bin û xwe ji pêş ve qeydet bikin bin vê linkê.

 

 

Gulê Şadkam, li sala 1974 li gundekî li devera bajarê Qoçanê li Xorasanê, ji dayîk bûye. Ji 5 salî li bajarê Meşhedê mezin bûye û mekteb û zanînge li wir xelas kirîye. Fîzîk û civaknasî xwendîye. Ji sala 2005 destpêka berhevkarîyê kirîye (peyv û biwêj, çîrok, helbest, gotina pêşîyan, tiştanok, resm û adet, hunerên destî, cil û berg, mûzîk û helperok, ...). Kitabên wê: Paçesor (çîroka zarokan, Meşhed, 2010), Sêxiştîyên Xorasanê (tev prefesore Celîlê Celîl, Viyena 2012), Gotina Pêşîyan (Amed, 2020), Civaknasîya êl û eşîrên Îranê (tev 2 kesên din, Meşhed 2020). Ji sala 2012 bi sazîya dewletîya mîrata çandî, li ser çand û folklora Kurdên Xorasanê dixebite. Niha dest bi amadekirina ferhenga Kurdî-Farsî xistîye.

 

 

Bêrîvan Matyar ji Dîyarbekirê ye, wê di sala 2013an li Kurdî-Derê dest bi perwerdeya zimanê kurdî kirîye. Piştî perwerdeyê li wir du serdeman mamostetî kirîye. Di sala 2017an da li Zanîngeha Dîcleyê beşa civaknasîyê xelas kirîye. Di heman salê da li Weqfa Mezopotamyayê beşdarî perwerdeya berhevkarîyê ya folklorê bûye. Di sala 2018an da li Zanîngeha Dîcleyê dest bi mastira kurdî kirîye. Bi gelemperî qada xebata wê li ser folklorê û çanda devkî ye. Ji sala 2017an vir ve ye berhevkarîya folklorê dike. Bi taybetî li ser stranên gelêrî dixebite. Niha di desteya weşana Kovara Folklora Me da ye.

 

 

Evîndar Şevîn, ji Amedê ye, li Mêrdînê dijî. Di sala 2013an da, li Zanîngeha Enqereyê (Tirkîye), beşa civaknasîyê xelas kir. Di sala 2017an da li Weqfa Mezopotamyayê beşdarî perwerdeya berhevkarîyê ya folklorê bûye. Endama lijneya weşanê û redaktora “Kovara Folklora Me” ye. Xebata berhevkarîya wê, ya bi navê “Meryemnîgarê” ku ji çîrokên gelêrî pêk tê, di kanûna pêşîn ya sala 2019an ji hêla Weqfa Mezopotamyayê ve hat çapkirin. Rêvebira sendîkaya şaxa Tum-bel Senê (KESK) ya Mêrdînê ye.

 

 

Dr Marlene Schäfers li Zanîngeha Cambridgeyê antropolojîsteke civakî ye û bursgireke Hîbeya Navneteweyî ya Newtonê ya British Academy e. Ew di xebatên xwe de mijarên tundiya dewletê ya li ser jiyana samîmî û zayendî, siyaseta ragihandina dengî û xalên hevbir ên hestyarî û siyasetê vedikole. Di mijara antropoljiya herêmên Kurdan û Tirkiyeya hemdem de pispor e. Li Zanîngeha Cambridgeyê di qada Antropolojiya Civakiyê de doktora kiriye û li Zanîngeha Ghent a Belçîkayê di Koma Lêkolînê ya Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakûrê de bursgireke Marie Skłodowska-Curieyê ye.

 

 

Amadekar Zanîngeha Yagiellonskî û Zanîngeha Exeter.

 

Semîner di çarçoveya projeya Hemwelatiyên Dinyayê de pêk tê ya ku piştgirî ji Navenda Zanistên Polonyayê wergirtiye.