A A A

Frittilaria Kurdica. Bulletin of Kurdish Studies no.6

Hejmara şeşem a kovara me helbestên nûjên ên şair û nivîskarên kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê pêşkêşî xwendevanên polonî dike. Helbestên Şêrko Bêkes, Abdullah Peşêw, Kemal Burkay, Mehmed Uzun, Rojen Barnas, Jîla Huseynî, Nahîd Huseynî, Bahar Huseynî, Jana Seyda û Mahabad Qaradagî ji aliyê Joanna Bocheńska, Hatif Janabi û koma wergêran (Joanna Bocheńska, Ferhang Muhamad, Majid Raoof û Andrzej Bartczak) ve ji bo zimanê polonî hatine wergerandin. Her wiha di pêşgotineke kurt de dîroka helbest, berdewamî û guhartinên şêwe û naveroka wan jî hatiye nirxandin.

Kovar li vir tê peyda kirin.