A A A

Fritillaria Kurdica.Bulletin of Kurdish Studies No. 10

Di hejmara 10an a kovara me de em wergerên edebiyata kurdan a ku bi zimanê farsî hatiye nivîsandin pêşkêşî xwendevanên polonî dikin. Di destpêka sedsala 21an de tu guman tuneye ku “edebiyata kurdî” tê maneya wêjeya ku bi zimanê kurdî (zaravayên cuda yên zimanê kurdî) tê nivîsandin. Lêbelê hê jî hinek nivîskar hene ku zimanên resmî yên dewletan bi kar tînin û nasnameyeke li ser sînor a edebiyatê diafirînin ku em bi asanî nikarin bibêjin ev edebiyat giredayî kîjan çand û welatî ye. Loma jî nasandina vê wêjeyê pêvajoyeke balkêş e. Werger û agahiyên li ser nivîskaran Dorota Słapa amade kirin. Nivîskarên ku xebatên wan hate pêşkêşkirin ev in: Beroj Akreyî, Feryad Şîrî, V. M. Airu, Nahid Kebîrî, Nesrîn Haşimîfer, Mensûr Yaqûtî, Peyman Ismaîlî, Emîr Sencabî, Elî Eşref Derwêşiyan, Ferhad H. Goran.

Kovar bin vê lînkê tê peydakirin.