A A A

Folklora Kurdî Wek Mîrasa Cîhanê

Zanîngeha Exeter digel Zanîngeha Jagiellonskî û Mozexaneya Etnografîk ya Krakovê we vedixwîne semînara bi navê Folklora Kurdî Wek Mîrasa Cîhanê: Ziman, Muzîk û Arşîv ya ku di nava rojên 27-28.10. 2022 li Krakovê pêk tê. Semînar di çarçoveya projeya DAME da ya Zanîngeha Exeter ya ku li ser afirandina arşîvên Rojhelata Navîn û Afrîka Bakur e û herweha di çarçoveya projeya Hemwelatîyên Dinyayê: Wêjeya Kurdî ya Nûjên û Avakirina Mirasê Wek Rêbazên Guhartin û Zindîkirina Zimanê Kurdî û Gelemperîya Devkî ya Zanîngeha Yagiellonskî ku ji Navenda Zanistên Polonyayê (NCN) piştgirî stendiye tê saz kirin. Ji bilî we hawkarên me: Komelley Kelepûrî Kurdî (Başûrê Kurdistanê), Weqfa Mezopotamya (Bakurê Kurdistanê) û Mozexaneya Etnografîk ya Krakovê. Zimanê semînarê Kurdî ye.