A A A

Eta Nehayî li Krakovê

Em pir kêfxweş in ku dikarin we vebiwînin ji bo semînera digel Eta Nehayî, nivîskarekê kurd ji Rojhilatê Kurdistanê yê ku van salên dawî li Sinê dijî û bi zaravayê soranî dinivîse. Gulî Şoran an jî Balindekanî dem ba romanên wî yên herî binavûdeng in. Nehayi sala 1960 li Banê ji dayik bû, wek helbestvan serûvena xwe bi edebiyata kurdî destpêkir. Piştî şsoreşa 1979 bi awayekî ciddî dest bi nivîsandin kir û kiteba wî ya yekem ya ku komkirina kurteçirokan bû sala 1993 çap bû.

 

Civîn roja 24ê nîsanê li kefeterya Bonobo li Mały Rynek pêk tê, saet 18.00