Dr Renata Kurpiewska-Korbut
Dr Renata Kurpiewska-Korbut
Li Enstîtuya Rojhilata Navîn û Dûr a Zanîngeha Yagîellonskî dixebite. Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya Zanîngeha Yagîellonskî û beşa rojnamevaniyê ya li Akademiya Teolojiyê ya Papazan a Krakovê qedandiye. Li Enstîtuya Lêkolînên Herêmî ya Zanîngeha Yagîellonskî teza xwe ya doktorayê nivîsiye. Teza doktoraya xwe li ser dîmeneke herêmî û navneteweyî ya problema kurdî hazir kiriye. Piştgiriya Wezareta Perwerdehiyê (salên 2005 - 2006), di çarçoveya bernameya “Hosta” ya Weqfa Zanistên Polonî (FNP, 2007-2009) û bernameya “Alîkariya ji bo pêşxistinê” ya Wezareta Derve ya Polonyayê (2010) wergirtiye. Mijarên lêkolînên wê ev in: “alîkariya derveyî”, postkolonyalîzm, hevkarî ji bo pêşxistinê, siyaseta çandî li Rojhilata Navîn, Tirkiya û Kurdistanê. Lêkolînên xwe li wan deverên têkildar pêk anîne.
peywendî: renata.kurpiewska_korbut@kurdishstudies.pl
Pirtûk û Nivîs
Pirtûk: Społeczność międzynarodowa wobec Kurdów w Iraku (Civaka navneteweyî li hemberî kurdên Îraqê), Księgarnia Akademicka, Kraków 2014.
Lêkolîn
Armanca projeya Renata Kurpiewska-Korbutê analîzkirina rola civakî û siyasî ya rêxistinên kurdan ên çandî li Kurdistana Îraq û Tirkiyayê, her wiha li Kurdistana Sûriyê û Îranê û li Ewropayê.