A A A

Dr Marcin Rzepka

Dr. Marcin Rzepka, beşa îrannasî û beşa slavnasiyê ya Zanîngeha Yagîellonskî qedandiye, teza xwe ya doktorayê li ser ‘wergerên Încîlê yên ji bo farsî û kurdî ȗ rolên wan ên çandî ȗ civakî’ nivîsiye. Niha li Enstîtûya Dîrokê ya Zanîngeha Jan Paweł II (Yûhena Pawlos II) ya Krakovê dixebite. Mîjarên lêkolînên wî ev in: Ȋrana nûjen û rewşa hindikahiyên neteweyî û olî yên wê, wergerandina Ȋncîlê ji bo zimanên îranî, dîroka Kurdistanê.

 

Di qada kurdnasiyê de bi taybetî li ser riyên terîf û kategorîzekirina kurdan û zimanê kurdî yê sedsala 19an a ku ji aliyê nivîskar, lêkolîner û rêwiyên ewropî yên fileh û misyoner hatine amadekirin disekine. Ji bilî vê li ser pêwendiyên di navbera kurdan û mesîhiyan (yên ermenî û suryanî) û rola civakî ya wergeran a di nava kurdan de lêkolînan dike. Her wiha ew ji bo kovara pirmijarî ya bi navê Orientalia Christiana Cracoviensia ya ku li ser rewşa Mesîhiyên Rojhîlata Navîn nivîsan diweşîne seredîtoriyê dike.

 

peywendî: marcin.rzepka@kurdishstudies.pl

  • Pirtûk û Nivîs

    Konfesyjność przekładu. Kulturowa historia kurdyjskich przekładów Biblii. (Werger û guhartina olê. Dîroka çandî ya wergerandina Ȋncîlê ji bo zimanê kurdî) ye, UPJPII, Kraków 2013

     

  • Lêkolîn

    Ji bo afirandina nirxan rola wergerên ji bo zimanê kurdî