A A A

Dr Joanna Bocheńska

Dr. Joanna Bocheńska, seroka projeyê, li Pişka Îrannasiyê ya Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Zanîngeha Yagîellonskî dixebite. Yek ji damezrînerên Beşa Lêkolînên Kurdî ya ku sala 2008an di vê enstîtuyê de hat avakirin. Wergêra ji zimanên kurdî û rûsî; wênekêş û rojnamevan e.

 

Di nava salên 1997 - 2002an de ziman û edebiyata rûsî li Enstîtuya Filolojiya Slavên Rojhilat a Zanîngeha Yagîellonskî xwendiye, çend salan jî beşdarî kurseke wênekêşiyê ya Prof. Zbigniew Łagockiyê ya Akademiya Hunerê ya Krakovê bûye. Di nava salên 2002 - 2003an de bi saya piştgiriya Weqfa Sorros staja xwe di beşa belgefîlma W. A. Manî de li Akademiya Sînemayê ya Moskovayê (VGIK) kiriye. Sala 2004an li ser nasname û edebiyata kurdî dest bi nivîsandina teza xwe ya doktorayê kiriye. Ji bo vê yekê piştgiriya Weqfa Karol Estreicherê û paşê jî bûrseke Wezareta Perwerdehiyê ya polonî wergirtiye.

 

Dr. Bocheńska bi hevalên xwe yên projeyê gelek çalakiyên çandî yên li ser çanda kurdî li dar xistine, ji bo nimûnê Forûmeke Șagirtên Polonî û Kurd (Zanîngeha Yagîellonskî, 2004), Şevbuhêrk – êvarên bi çanda kurdî (Navenda Kurdî ya ji bo Agahdarî û Arşîvkirinê, Kraków 2005/2006), Rojên Çanda Îslamê (bi hevkariya Weqfa Znak, Klubê Diyalogê ya Krakovê û Navenda Kurdî ya ji bo Agahdarî û Arşîvkirinê), Kurd di navbera Tirkiye, PKK û Yekitiya Ewropayê de, bi beşdarbûna çalakvanên ji Ewropa û Kurdistana Tirkiyê (bi piştgiriya Weqfa Znak, Pirtûkxaneya Herêmî ya Krakovê, Înîsyatifeke Kurdên li Swedê û TEVKURDê, 2008), Semînara Navneteweyî ya li ser Kurdistana Îranê (Zanîngeha Yagîellonskî, 2009) bi beşdariya lêkolînerên kurd ji Zanîngeha Ekzeterê û Zanîngeha Göttingenê. Her wiha Dr. Bocheńska alikariya şagirt û rojnamevanên polonî yên ku diçin Kurdistanê dike.

 

Pêşangehên wêneyên JB

 

  • Notatki z Podróży Turcja-Kurdystan / Sefernameya li Tirkiya û Kurdistanê, 2002, Kraków û Moskova,
  • Opowieści z Anatolii / Çirokên ji Anatolyayê, Kraków 2003,
  • Śladami pamięci. Kościoły ormiańskie w Turcji / Șopên bîranînê: Dêrên ermenî li Tirkiyayê, Kraków 2004,
  • Między marzeniem a rzeczywistością/ Di navbera xeyal û realîteyê de, Kraków 2005,
  • Kurdystan piękny-niepiękny?/ Kurdistan bedew e yan na?, Kraków 2007,
  • Między ciemnością i światłem/ Di navbera tarîtî û ronahîyê de, Kraków 2009,
  • Drzwi do Raju. Kurdystan iracki z innej perspektywy/ Deriyên Bihûştê: Kurdistana Îraqê di perspektîfeke din de, Kraków 2013

 

peywendî: joanna.bochenska@uj.edu.pl, joanna.bochenska@kurdishstudies.pl

  • Pirtûk û Nivîs

    Między ciemnością i światłem. O kurdyjskiej tożsamości i literaturze, Księgarnia Akademicka, Kraków 2011, (Di navbera tarîtî û ronahiyê de. Li ser nasnama û wêjeya kurdî). Armanca kitêbê ew e ku avakirin û geşkirina nasnameya kurdî bi proseseke zindî pêşkêş bike, bi taybetî jî heyama di navbera sedsalên 20 û 21an de.

  • Lêkolîn

    Nirxên etîk/exlaqî û estetîk di qada çanda kurdî de.