A A A

Arşîva Kurdistan Photolibrary û Jinên Kurd

Ji navê Mozeya Asya û Pasifîkê (Warşo) û Zanîngeha Yagiellonski (Kraków) em we vedixwînin e-civîna digel Edith Maubec - Madame Chris Kutschera, ya ku aferînera arşîveke wêneyên dijîtal ya Kurdistan Photolibrary ye. Semîner roja 10ê Hezîranê sala 2021 li ser platforma zoomê pêk bê. Semîner bi înglîzî ye.

 

 

Join us on Zoom

Meeting ID: 927 4471 4732

 

 

Semîner di çarçoveya pêşangeha Jin jiyan azadî - jiyana rojanê û çalakiyên civakî yên jinên Kurd li Kurdistanê û li diasporayê de, tê amadekirin. Ev pêşangeh parçeyeke projeya lêkolînê ya bi navê ALCITfemê - Çalakvanî û Bingehên Wê yên Exlaqî û Çandî: Hemwelatiya Alternatîf û Rolên Jinan li Kurdistan û Dîasporayê ye ya di çarçoveya bernameya Grieg a Navenda Zanistê ya Neteweyî ya Polonyayê de bi Hîbeyên Norwecê tê fînansekirin.

 

 

Armanca pêşangeha me jî pêşkêşkirina pirtûkxaneya dîjîtal a bi navê Kurdistan Photolibrary e ku bitaybetî ji bo danasîna Kurdistan û Kurdên li her çar aliyê cîhanê ji aliyê Chris Kutschera ve hatiye afirandin û niha wêneyên gelek wênekeşan pêşkêş dike. "Chris Kutschera", bernavkê Paul û Edith Maubec e ku ev her du kesên zewicî yên Fransî di sedsala 20an de xebata xwe ya rojnamegeriyê bi giranî li ser mijara Kurdan meşandine. Dema ku Paul di derbarê Kurdan de dinivîsî, Edithê jî ji bo ku jiyan û dîroka Kurdan bi şêwazeke têgihiştî û dîtbarî ya dewlemend bên nasîn wêne dikişandin û dest bi avakirina arşîveke wêneyan a online dikir. Ji ber vê yekê ev pêşangeh ji kar û xebatên wan re jî rêzgirtinek e. Li gorî Chris Kutschera: “Çapemenî, nivîskar, weşanger, xwendekar, lêkolîner û sazî dîroka Kurdan dinivîsin. Lê digel wêneyên dijîtalkirî yên Kurdistan Photolîbraryê, bi pêşkêşkirina nîgarên ku li seranserê cîhanê têne dîtin, em amûrek li lêkolîna dîroka Kurd zêde dikin. Ya girîngtir, armanca me ji bo nifşên heyî û pêşerojê arşîvkirin û parastina berhevokeke wênkêşiyê bû ku bi berdewamî berfireh dibe.” Ev pêşangeh wêneyên Chris Kutschera, yên wênekêşên din û yên ji ảrşivên malbat û rexistinên ku li Kurdistan Photolibrary parve bûne dihewîne.